Mesîhiyên Kurdistanê Ceina Qurbanê li misilmanan pîroz kir

11 August 2019 17:42 0 dîtin
Mesîhiyên Kurdistanê Ceina Qurbanê li misilmanan pîroz kir

PeyamaKurd - Mesîhiyên bajarê Soran yê Başûrê Kurdistanê bi sedema cejna Qurbanê pîrozbahî li misilmanan û pêşmergeyan kirin.

Dêra Aşûriyan ya Diyana û navenda rewşenbîriya Diyana li bajarê Soran, bi nûnertiya mesîhiyên wê deverê bi helkefta cejna Qurbanê pîrozbahî li misilmanan kirin.

Herdu dezgehên mesîhî di peyama xwe de wiha gotin:

"Em pîrozbahiyeka germ li birayên xwe yên misilman, pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind yên şehîdan dikin”.