Mesrûr Barzanî bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê pêswazî li malbatên sehîdan dike

17 December 2019 11:46 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê pêswazî li malbatên sehîdan dike

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta Alaya Kurdistanê bi malbatên şehîdan re dicive.

Îro 17 Berfanbarê, Roja Alaya Kurdistanê ye. Bi vê minasebetê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li avahiya hikûmetê pêşwazî li komek malbatên şehîdan dike.

Beriya civînê, merasima bilindkirina alaya Kurdistanê tê lidarxistin û alaya Kurdistanê ji aliyê kurek û keçekw şehîd Hucam Sûrçî ve tê bilindkirin.

Ev roja netewî, cara yekem di sala 1999an de bi biryar û yasayeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî ‘Roja Alaya Kurdistanê’ hatiye destnîşankirin û li her sal li her derê welat bi awayekî fermî û û li dervayî welat bi kêfxweşî û serbilindî tê pîroz kirin.