Mesrûr Barzanî civîneke lezgîn li dar xist: Hikûmeta Kurdistanê pistgirîyeke tam dide ziyandîtiyên lehiyê

17 December 2021 19:24 0 dîtin
Mesrûr Barzanî civîneke lezgîn li dar xist: Hikûmeta Kurdistanê pistgirîyeke tam dide ziyandîtiyên lehiyê

PeyamaKurd – Bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Înê derbarê lehiya Hewlêrê de civîneke bilez hat lidarxistin.

Di civîna ku li avahiya Parêzgariya Hewlêrê bi beşdariya hejmarek ji wezîrên pêwendîdar û berpirsên îdarî yên Parêzgeha Hewlêrê hat lidarxistin de, bi taybet guftûgo derbarê pirsên girêdayî karesata lehiyê li bajarê Hewlêrê hat kirin.

Serokwezîr Barzanî ji nêzîk ve pêdaçûnê di rêkarên pêşkêşkirina firyadguzariyan, hawarhatina ziyandîtinên lehiyê û qebareya ziyanan dike.

Çav li rê ye di civîna ku heta ev nûçe dihat amadekirin berdewam dikir de, li ser qerebûkirina ziyandîtiyên lehiyê û alîkariyên hikûmeta Kurdistanê biryar werin standin.

Serokwezîr Barzanî dema civînê li ser medya civakî da xuyakirin, hikûmeta Kurdistanê ji bo alîkarî û qerebûkirina ziyandîtiyên lehiyê piştgiriyeke tam dide û got, “Em ê wekî demên din ên zehmetî alîkariya xelkê Hewlêrê bikin.”