Mesrûr Barzanî: Em di bin ti guvasan de dest ji mafên xwe bernadin

13 March 2024 19:16 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em di bin ti guvasan de dest ji mafên xwe bernadin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13ê Adarê Çarşemê li paytext Hewlêrê bi Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hpitchen re civiya.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê civînê de hate ragihandin, di wê hevdîtinê de danûstandin li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û rewşa giştî û dawî pêşhatên Iraq û herêmê û girîngiya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser bingeha destûrî û lihevkirinan hatin kirin.

Hate diyarkirin, her du alî li ser girîngiya parastina ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li statuya federalî û destûrî ya Herêma Kurdistanî hevnerîn bûn.

Balyozê Brîtanyayê destnîşan kir, hevpariya wan bi Herêma Kurdistanê re cihê girîngî û pûtedana me ye û dê li ser hevahengiya piralî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re berdewam bin.

Mesrûr Barzanî got, Herêma Kurdistanê berevaniyê ji mafên xwe yên destûrî dike û di bin ti guvaşan de jî dest ji mafên xwe bernade.

Balyozê Brîtanyayê di civînê de piştevanîya welatê xwe bo çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û girîngiya parastina mafên pêkhatên Kurdistanê û pêdivîya pêkanîna Civata Federalî nîşan da.