Mesrûr Barzanî: Em ji bo rawestandina êrîsan bi Kazimî re hevnêrîn in

14 March 2022 17:23 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em ji bo rawestandina êrîsan bi Kazimî re hevnêrîn in

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Hewlêrê got, ew ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hevnêrîn bûn ku divê ev cure êrîş bêne rawestandin.

Kazimî ji ber êrîşa moşekî ya doh bi ser Hewlêrê de, bi şandeke bilind îro serdana Hewlêrê kir û di serî de Serok Barzanî bi berpirsên Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser pêşwazîkirina Kazimî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Îro me pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û me ew gotûbêj li ser wê êrîşa dijminane ya li ser navçeyên niştecihbûna welatiyên sivîl kir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Em hevnêrîn bûn ku divê dubarebûna van cure êrîşan li ser serweriya Iraqê were rawestandin.”