Mesrûr Barzanî: Em rola mamosteyên Kurdistanê di qonaxên cuda û dijwar de bilind dinirxînin

15 May 2023 12:33 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em rola mamosteyên Kurdistanê di qonaxên cuda û dijwar de bilind dinirxînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo 61 saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê peyamek belav kir û diyar kir: “Em rola mamosteyên Kurdistanê di qonaxên cuda û dijwar de bilind dinirxînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Bi boneya 61 saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li serok, endamên sekretariyetê û hemû mamostayên Kurdistanê dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Herwiha eşkere kir, “Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê roleke berçav di tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de lîstiye, ku hertim li sengerên pêşî yên berevanîkirina mafên gelê Kurd bûn û xebateke pîşeyî bo parastina mafên mamostayan kirine.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Bi vê boneyê em rola mamostayên Kurdistanê bilind dinirxînin ku di qonaxên cuda û dijwar de bi erkê xwe yê pîroz berdewam bûn, ji bo berdewambûna proseya perwerdekirin, fêrkirin û pêgehandina nifşên me.”

Herî dawî got: “Hêvîdar im mamostayên Kurdistanê serkeftiyane di erk rola xwe ya bibandor de berdewam bin, ji bo dirustkirin û pêgehandina nifşekî niştimanperwer û dahêner, da ku bi hevkariya hemû aliyan Kurdistan di hemû waran de zêdetir geş û bipêş bikeve.”