Mesrûr Barzanî ji bo ewlehî û aramiya Silêmaniyê pistevaniya xwe ragihand
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser rewşa bajarê bi Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir re axivî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, şevê din bi rêya telefonê bi Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir re rewşa devera Silêmaniyê û parastina ewlehî û aramiya wê deverê gotûbêj kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di pêwendiya telefonê de nîgeraniya xwe li hember rewşa ne li bar a ewlekariya parêzgeha Silêmaniyê nîşan da û piştevaniya hikûmetê ji bo dabînkirina parastina asayîş û aramiya zêdetir li navçeyê ji Parêzgar re ragihand.
Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşa Tirkiyeyê ya balafirxaneya Silêmaniyê ya 7ê Nîsanê, şeva borî jî balafireke bêmirov a Tirkiyeyê li navçeya Pencwîn a Silêmaniyê di navbera gundê Wirya Kanî Mîranê li çiyayê Şêx Hesenê otomobîlek kiribû armanc û li gorî agahiyan, 2 kes hatibûn kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin