Mesrûr Barzanî: Ji bo ewlehî û selametiya koçberên ser sînorê Ewropayê di pêwendiyê de me

15 November 2021 01:17 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Ji bo ewlehî û selametiya koçberên ser sînorê Ewropayê di pêwendiyê de me

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser rewşa koçberên Kurd ên li sînorê Belarus û Polandayê nîgeraniya xwe nîşan da û got, başkirina rewşa wan koçberan berpirsyariya hevbeş a her kesî ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em gelekî nîgeran in ji ber rewşa welatiyên me û hemû ewên li ser sînorê Yekîtiya Ewropayê ne ”  û got, “Başkirina rewşa wan, berpirsyariyeke hevbeş a me hemûyan e.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha eşkere kir: “Ew ji aliyê qaçaxçî û bazirganên mirovan û çend torên derveyî ve hatine xapandin. Ez ligel hevbeşên me di pêwendiyê de me û ji bo dilniyabûna li ser ewlehî û selametiya wan welatiyên me dixebitim.”