Mesrûr Barzanî peyamek ji bo salvegera destpêkirina Soresa Îlonê belav kir

11 September 2021 10:35 0 dîtin
Mesrûr Barzanî peyamek ji bo salvegera destpêkirina Soresa Îlonê belav kir

PeyamaKurd –  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek ji bo salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê belav kir û da zanîn: “Bîranîna şoreşa mezin a Îlonê, bîranîna dîroka berevanî, têkoşîn, qurbanîdan, parastina mafên gelê Kurdistanê, ji hebûn û nasnameya netewî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê ye.”

Di peyamê de herwiha Serokwezîr daye zanîn: “Her çend gelê Kurdistanê her tim piştîvanî ji rêbazên aştiyane û guftûgoyê kiriye ji bo bidestanîna mafên netewî, lê bi îradeyeke bihêz jî , berevanî ji mafên xwe kiriye ku di encama berevanî û berxwedaniya gelê Kurdistanê de yek ji destkeftên mezin yê şoreşa Îlonê, rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê bû, derkete holê, di encama rêkftina han de rejîma Be'sê neçar ma hinek ji mafên netewî yên gelê Kurdistanê qebûl bike.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:

Îro di 60emîn salvegera destpêkirina Şoreşa mezin ya Îlonê bi rêberatiya Barzaniyê Nemir, birêzdarî ve, tevahiya wan Pêşmergeyên qehreman û têkoşerên Kurdistanê bibîr tînin ku ji pêkhateyên cuda yên gelê Kurdistanê, di şoreşa seranserî ya Kurdistanê  de beşdar bûne, ku çendîn destkeftên netewî û nîştimanî bidest aniye.

Bîranîna şoreşa mezin ya Îlonê, bîr anîna dîroka berevanî, têkoşîn, qurbanîdan, parastina mafên gelê Kurdistanê, ji hebûn û nasnameya netewî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê ye, her çend gelê Kurdistanê her tim piştîvanî ji rêbazên aştiyane û guftûgoyê kiriye ji bo bidestanîna mafên netewî, lê bi îradeyeke bihêz jî , berevanî ji mafên xwe kiriye ku di encama berevanî û berxwedaniya gelê Kurdistanê de yek ji destkeftên mezin yê şoreşa Îlonê, rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê bû, derkete holê, di encama rêkeftina han de rejîma Be'sê neçar ma hinek ji mafên netewî yên gelê Kurdistanê qebûl bike.

Îro di demekê de şoreşa Îlonê bibîr tînin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berdewam e li ser rola xwe ya pêşengî di rêberatîkirina gelê Kurdistanê û berevanî kirin ji destkeftî û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê de.

Bi dehan sal in ku Partiya Demokrata Kurdistanê her tim çavkaniya hêvî û parêzvanê rastîn ya destkeftî û mafên xelkê Kurdistanê ye û herwiha faktereke bihêz ya diliniyayî, aramî û avedaniyê ye.

Ji ber vê çendê, di erefeya hilbijartinên Parlementoya Iraqê de, em piştrast in ku xelkê Kurdistanê baweriya xwe ya bihêz bi PDKê û peyama netewî û nîştimanî dubare dike, da ku rêberatîkirina karwana gelê Kurdistanê bidomîne ji bo bidestxistina destkeftên zêdetir û pêşerojeke geş û Kurdistaneke bihêz.

Silav ji bo rihê pak ê şehîdên şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî

11 Îlona 2021