Mesrûr Barzanî sersala Çarsema Sor li Kurdên êzîdî pîroz kir

19 April 2022 23:12 0 dîtin
Mesrûr Barzanî sersala Çarsema Sor li Kurdên êzîdî pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema hatina sersala Kurdên Êzîdî ya Çarşema Sor, li Kurdên Êzîdî bi peyamekî pîroz kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Bi sedema hatina sersala Kurdên Êzîdî Çarşema Sor ez li temamê birayên Êzîdî yên li Kurdistan, Iraq û dinyayê pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku sersalê di şertên aştiyane û xweş de derbas bikin.

Em ê dewam bikin maf û daxwazên Kurdên Êzîdî destek bikin, em ê xebata xwe ya ji bo normalkirina jiyana li Şengal û dora wê, bi hukumeta Iraqê û civaka navdewletî re dewam bikin. Grûbên çekdar li Şengal û dora wê pirsgirêkên asayişê û îstîqrarê çêdikin. Bi sedema hebûna grûbên çekdar li Şengalê, Şengal heya niha ji nû de nehatiye avakirin û kesên koç kirine nikaribûn dagerin ser axa xwe.

Bi sedema Çarşema Sor, me temamê dezgeyên fermî û dibistanên Herêma Kurdistanê tatîla fermî ragihand.”

Biryara tatîlê di rojanama fermî ya Herêma Kurdistanê de hat belavkirin.