Mesrûr Barzanî: Soresa Gulanê xewnên dijminên Kurdistanê xist gorê
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek ji bo salvegera Şoreşa Gulanê belav kir û di peyama xwe de pîrozbahî li Serok Barzanî û Pêşmergeyên qehreman û kesûkarên şehîdan û beşdarên Şoreşa Gulanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro peyameke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir: “Bi boneya 46emîn salvegera Şoreşa Gulanê de, pîrozbahiyekî germ ji cenabê Serok Mesûd Barzanî û Pêşmergeyên qehreman û beşdarên şoreşê û kesûkarên şehîdên serbilind dikim.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Şoreşa Gulanê wek berdewama Şoreşa Îlonê, xewnên dijminên Kurdistanê xist gorê ku dixwestin gelê Kurdistanê ji nav bibin. Ji ber wê jî peyameke bihêz a gelê Kurdistanê bû ku zulm û dagirkerî red kir û tu demekê wê dest ji mafên xwe yên rewa bernede. Ji bo wê jî gelek qurbanî hatin dan û gelek destan û neberdana mezin li dîroka xebata gelê Kurdistanê de hatin tomar kirin, a herî diyar jî destana dîrokî ya Xwakurkê bû ku Serok Barzanî rêbertiya wê kir.
Barzanî da zanîn: “Îro em vê demê careke din salvegera Şoreşa Gulanê bibîrtînin, ku xebata gelê Kurdistanê ya ji bo parastin û berxwedanî kirinê ve destkeft û saziyên rewa hene û berdewam e. Pêwîste xelkê Kurdistanê bi hemû aliyan û pêkhateyên xwe ve rijd bin li ser mafên destûriyê xwe ku bi xwîna hezaran şehîdan ve bidest hatine.
Herwiha destnîşan kir: “Di salvegera Şoreşa Gulanê de bi rêz û pêzanîneke mezin ve vê bîranînê li hemû Pêşmergeyên qehreman û beşdarbûyên vê şoreşê dikin û destpêkê jî li şehîdê rêber Idrîs Barzanî dikin.
Silav ji bo giyanê paqij ê şehîdên Şoreşa Gulan û hemû şehîdên Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin