Mevlut Çavusoglu: Destê Tirkiyê di veguhestina koçberan bo Belarûsê de tuneye
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, di pêwendiyeke telefonî de bi hevtayê xwe yê Polandî Zbigniew Rau re axivî û diyar kir, destê Tirkiyê di veguhestina koçberan bo Belarûsê de tuneye.
Ajansa Rûsî “Novosti” ji ser zarê jêderekî ji Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê da zanîn, Çavuşoglu xemgîniya xwe ji aliyê Polandî re anî ziman ku tevî ku Tirkiye ne aliyek pirsgirêkê ye jî, hewl tên dayîn ku Tirkiye û kompanyaya “Turkish Airlines” sûcdar bikin.
Wê ajansê eşkere kir, Çavuşoglu ji Varşovayê re pêşniyar kiriye ku komîteyeke teknîkî ji bo pişkinînê di vê derbarê de bike, serdana Tirkiyê bike.
Qeyrana koçberan li ser sînorê Belarûs û Polandayê, bû sedema nakokiyê di navbera welatên Ewropayê de, di derbarê wê de biryar e Encûmena Asayişa Navdewletî bicive.
Rewşa li ser sînorê Belarûs û Polandayê, her ku diçe xerabtir dibe û zêdetirî 1500 koçber hîn li ser sînorê Polanda û Belarêsê asê mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin