Milîsên Hesda Seibî li ser êrîskirina hêzên amerîkî ketin nakokiyê

28 July 2021 16:00 0 dîtin
Milîsên Hesda Seibî li ser êrîskirina hêzên amerîkî ketin nakokiyê

PeyamaKurd – Di navbera komên milîsên Heşdî Şeibî de, li ser êrîşkirina ser hêz û berjewendiyên Amerîkayê de nakokî derket.

Çavkaniyeke ewlehiyê ragihandiye ku milîsên Eniya Berevaniyê (Muqaweme), ku ji Ketîbeyên Hizbullah pêk tê, Nuceba û Ketîbeyên Sedulşuheda ji bo guftûgokirina derbarê êrîşkirina ser hêzên Amerîkayê de civînek saz kirine.

Ebu Husên Himêdawî yê emîndarê giştî yê Ketîbeyên Hizbullah di civînê de red kiriye ku êrîşên ser hêzên Amerîkayê bên rawestandin û gotiye, divê helwasta dawî ya Amerîka derbarê rêkeftina vekişandina hêzên Amerîka li Iraqê eşkere bibe.

Ebu Husên Himêdawî civîn terk kiriye û ji hêzên din ên milîs re goti, “Ez bi tenê û bê ku li desteya hemahengî ya Enîya Berevaniyê (Muqaweme) agahdar bikim ezê kar bikim û êrîşan jî berdewam bikim.”

Hêjayî gotinê ye, Eniya Berevaniyê ji aliyê Îranê ve piştevaniya wê tê kirin û bi dehan grub û milîsên çekdar ên şîe yên Iraq û welatên ereb tê de cî digirin. Ew bereya îranî bi berdewamî bangeşeya dijatiye Îsraîl û Amerîkayê dike.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Washingtonê di civîna ligel serokê Amerîkayê Joe Biden de, rêkeftibû ku heta 31ê meha 12 ya 2021ê hêzên şerker ên Amerîkayê ji Iraqê vekişin.