Mithat Sancar: Wê HDP bibe sirîkê deshilata Tirkiyê...

02 March 2021 16:15 0 dîtin
Mithat Sancar: Wê HDP bibe sirîkê deshilata Tirkiyê...

PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, di gotara xwe ya îro 2yê Adarê ya koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyê de bersiv da bangewaziyên girtina HDPê.

Mithat Sancar di axaftina xwe de, bal kişand ser kampanyaya îmzeyan ya li Diyarbekirê bi beşdariya saziyên sivîl û partiyên siyasî hatibû destpêkirin û daxwaz kir ku zimanê kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî.

Sancar herwiha banga piştevaniyê li kampanyaya îmzeyan a ji bo zimanê kurdî bibe fermî û bibe zimanê perwerdehiyê kir.

Sancar di axaftina xwe de, 2yê Adara 1994an salvegera rakirina parêzbendiya parlamentarên Partiya Demokrasiyê (DEP) û girtina wan bibîr anî û got,  

“Wê rojê armanca yên dixwestin siyaseta Tirkiyê ji Kurdan û nasnameya wan paqij bikin eşkere bû. Heman wekî îro lêgerîna gelê Kurd a têkoşîna siyaseta demokratîk û aştiyê kiribûn armanc. Wan hêvî dikir kurd dev ji siyaseta demokratîk berdin, lê çi bû? Piştî girtina DEPê û parlamenteran kevneşopa siyasî pêl bi pêl mezin bû û niha ev kevneşopîya bi gelek zehmetiyan dest pê kiriye ligel milyonan mirovan berdewam dike.”

Mithat Sancar, li ser gotinên Serokê Partiya Neteweperest a Tirk (MHP) Devlet Bahçelî ku dubare bangên girtina HDPê dike jî diyar kir, “Li dîrokê binêrin, hûnê têbigihên ku emê ji vê pêla êrîşan û tarîtiyê bihêztir derkevin.”

Sancar di berdewamê de got, “Em dubare dibêjin, yên dikevin hewla girtina me wê piçûk bibin, emê jî hîn mezintir bibin.Bila tirsa xwe bidomînin. HDP bi hêvî û bawerî dimeşe. Wê di vê meşa xwe de mezin bibe û bêyî dereng bikeve wê bibe şirîkê rêveberiya vî welatî. Bila wisa bizanin.”