MSD: Rûsya û Amerîka berpirsiyarê rawestandina êrîsên Tirkiyê ne

24 November 2019 13:29 0 dîtin
MSD: Rûsya û Amerîka berpirsiyarê rawestandina êrîsên Tirkiyê ne

PeyamaKurd - Meclîsa Sûriye Demokratîk (MSD) ku wekî baskê siyasî yê HSDê tê naskirin, piştî êrişên dawî yên li ser bajarokê Eyn Îsayê û rêya navdewletî M4 ku berdewam dikin daxuyaniyek belav kir û ji Rûsya û Amerîkayê hat xwestin berpirsiyariya xwe bicih werînin û êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wan bidin rawestandin.

Daxuyanî MSDê wiha ye:

"Piştî du rojan ji ragihandina wezareta berevanî ya Tirkiyê ku Tirkiyê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestandine, careke din lihevkirina girêdayî herêma ewle bi kurahiya 32 km binpê kir û êrişî herêma Eyn Îsayê kir bi armanca ku rêya navdewletî (M4) kontrol bike û bakurê Sûriyê ji rojhilatê wê qut bike.

Di encama êrişê de bi hezaran sivîl koçber bûn û hinek ji wan jiyana xwe ji dest dan. Ruxmî lihevkirina agirbestê û bi îtîrafkirina Rûsya û DYA`yê ku Hêzên Sûriye Demokratîk aliyê xwe ji lihevkirinê pêk aniye.

Êrişên Tirkiyê ne ji nîşkan ve ne.  Teqez dibe ku dewleta Tirk komployên xwe ji bo qutkirina axa Sûriyê û dagirkirina wê bi rêya hincetên ne rast didomîne û bi rêya wê dixwaze cîhanê bixapîne.

Hikumeta Erdogan bi rêya guhertina demografîk erdnîgariya Sûriyê diguhere. Ev jî pêşeroja siyasî û civakî ya welêt tehdîd dike.

Ev tevgerên Tirkiyê xeter in û Rûsya, DYA û hêzên navdewletî  berpirsyarên  sekinandina li hember wan êrişan e ji ber ku wê wêranî ji herêmê û cihanê re bîne.

Wek Meclisa Sûriye Demokartîk em bang li tevahiya hêzên Sûriyê dikin ku li dijî van tevgerên ku hemûyan dikin hedef bisekinin. Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku êrişên xwe rawestîne li gorî agirbestê tev bigere û hawîdorek ewle bi afrîne ji bo ku koçber vegerin warên xwe."