Muqteda Sedir: Em ê desthilatdariya Iraqê nedin destê gendelkaran

09 August 2022 12:34 0 dîtin
Muqteda Sedir: Em ê desthilatdariya Iraqê nedin destê gendelkaran

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir bi peyamekê diyar kir, ew ê desthilatdariya Iraqê nedin destê “gendelkaran.”

Muqteda Sedir îro ji bo 10ê Muheremê, roja kuştina Husên kurê Elî û hin endamên din ji malbata wî de peyamek belav kir û da zanîn: “Tu kesê gendelkar, wê me hikum neke û em ê jî serê xwe li ber gendeliyê netewînin.”

Hêjayî gotinê ye, Sedir di 6ê Tebaxê de daxwaza hilweşandina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext kiribû û destnîşan kiribû, hilweşandina parlamentoyê, bûye daxwazeke cemawerî û siyasî û tu çareseriyên din li şûna wê tune ne.