Muqteda Sedir: Hikûmeta bê ya Iraqê, wê ne ser bi rojhilat û ne ser bi rojava ve be
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir diyar dike, hikûmeta bê ya Iraqê, wê ne ser bi rojhilat û ne ser bi rojava ve be.
Muqteda Sedir li ser twittera xwe nivîsî û da zanîn, hikûmeta bê ya Iraqê wê ne ser bi rojhilat û ne ser bi rojava ve be û wê hêza Iraqê vegerîne.
Herwiha Muqteda Sedir, dijayetiya xwe ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re dubare kir.
Rêberê Tevgera Sedirê daxwaz ji alîgirên xwe kir, xwe rabigirin û berjewendiyên giştî li ber çavên xwe bigirin.
Ev di demekê de, li gor encamên hilbijartinên Iraqê, bloka Tevgera Sedirê kursiyên herî zêde yên Encûmena Nûneran a Iraqê bi dest xistine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin