Muqteda Sedir: Metirsiya kustinê li ser Parlamenterên serbixwe yên Iraqê heye
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, di derbarê egera kuştina Parlamenterên serbixwe yên Parlamentoya Iraqê de axivî.
Muqteda Sedir, do bi hejmarek kandîdên serbixwe yên Parlamentoya Iraqê civiya û qala ddîaya kuştina Parlamenterên serbixwe kir. Muqteda Sedir eşkere kir, metirsiya kuştinê li ser Parlamenterên serbixwe yên Iraqê heye.
Li gor zanyariyan, herwiha hejmareke kandîdên serbixwe yên Iraqê, bi navê "hevpeymaniya Iraqî ya Serbixwe" ava kirine û do ligel Sedir civiyan.
Rêveberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, ew Parlamenter agahdar kirine ku li xwe miqate bin û metirsiya êrîşê li ser wan heye.
Herwiha Sedir ji wan Parlamenteran re aşkere kiriye, civîna wan ne ji bo avakirina hevpeymaniyeke siyasî yan avakirina Hikûmetê ye. Civîna wan civîneke niştimaniyane ye ji bo berevaniya Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin