Musk: Dema ez kesekî 'ehmeq' bibînim ez ê îstifa bikim!

21 December 2022 14:55 0 dîtin
Musk: Dema ez kesekî 'ehmeq' bibînim ez ê îstifa bikim!

PeyamaKurd Elon Musk ragihand, dema ku kesekî "bêaqil" bibîne rêveberîtiyê bike, ew ê ji CEOtiya Twitterê îstifa bike.

Xwediyê nû yê Twitterê Musk di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha got: "Hema ez yekî ehmeq bibînim ku vî karî bike, ez ê îstifa bikim! "

Musk roja Yekşemê anketek li ser îstifakirina ji CEOyê Twitterê da destpêkirin û destnîşan kir, ew ê encamê qebûl bikin.

Di rapirsiya Elon Musk de zêdeyî 17 milyon û 500 hezar kesî deng dane. Li gorî encamên anketê ji sedî 57,5 ​ê beşdaran tercîha xwe ya derketina Musk û ji sedî 42,5 jî berdewamkirina tercîha xwe anîn ziman.

Di çapemeniya Dewletên Yekbûyî de, rapor hebûn ku Elon Musk bi rengek çalak li CEOyê nû yê Twitterê digeriya.