Soylu: Kesekî bi sedema pirsgirêkên sexsî agir berdaye daristana Marmarîsê
PeyamaKurd – Li ser agirberdana daristana navça Marmarîs a bi ser bajarê Mûğla ya Tirkiyê, kesekî bizanîn agir berdaye daristanê, dawa wî ya şexsî bi yekî ji xwediyên wê derê re di seha bazirganî de hebûye, ew kes hatiye desteserkirin û sûcê xwe aşkera gotiye. Agir di 21 hezîranê de berdabûn daristana Marmarîsê û heya niha şewata daristana navçê dewam dike.
Polîs li ser bizanibin bê sedema şewatê çiye û kî agir berdaye daristanê, kesekî gumanbar kiribû binçav. Li ser bûyerê wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku gumanbar sûcê xwe îtîraf kiriye û weha got:
“Gumanbarê bi navê S.A. got ku bi sedema ji berê de li ser wî ciyî di navbera wan de pirsgirêkekî bazirganî hebûye, ew bi xwe daristanê şewitandiye û xwestiye xwe bikuje. Di wexta agirberdanê de jî bi alkol bûye."
Dewlet ji bo agir vemirîne bi temamê hêza xwe dixebite û heya niha 274 kesan ji deverê tehliye kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin