Ûrmiye | Kesekî di dema vedana bîrê de can da

23 October 2021 09:41 0 dîtin
Ûrmiye | Kesekî di dema vedana bîrê de can da

PeyamaKurd –  Li gundekî bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, kesekî di dema vedana bîrê de can da.

Îro li gundê Mewane li devera Tirgever ya Ûrmiyê, kesekî bi navê Mehmûd di dema vedana bîrê de can da.

Li gorî zanyariyan, dema wî welatiyê Kurd bîr vedida, bîr bi ser de hilweşiya û heta hat rizgarkirin, can da.

Ew kesê ku can daye, 50 salî û xelkê gundê Mîrava yê devera Mirgever bû, lê mala wî li nahiya Terzîliya Ûrmiyê bû û ji bo kar çûbû gundê Mewane.