Myles Caggins: “Bi HSD ê li dijî ISID ê hevkariyê dikin”

08 March 2020 01:00 0 dîtin
Myles Caggins: “Bi HSD ê li dijî ISID ê hevkariyê dikin”

PeyamaKurd- Berdevkê koalîsyona navdewletî ya li dijî İŞİDê Myles Caggins, ragihand ku ew bi HSDê re tenê li dijî İŞİDê di şer de hevkariyê dikin. Myles Caggins, bo Rûdawê weha ragihandiye:

“Tenê li Dêrezorê û Hasekê li dijî İŞİDê em operasyonan dikin. Amerîka alîkariyên mirovî pêşkêş dike. Bo alîkariyên mirovî Amerîka 800 mîlyon dolar budçe veqetand. Bi sedema vî şerê hanê, xelk gelek mexdûr bû.”

Myles Caggins got ku bo İŞİD car din li Iraq û Sûriyê derneyê ortê, ew li vê derê ne. Berdevkê HSDê Mustafa Balî jî ragihand ku İŞİD ne tenha hêzekî leşkerî lê îdeolojîke jî.

Li Rojava li herêmên petrolê 600 leşkerên Amerîkayê hene û HSD naxwaze heya mijara Kurda li Rojava çareser bibe, Amerîka ji herêmê here.