Nêçîrvan Barzanî: Em her tim pistevanê pêkhateyan e

27 May 2024 19:01 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Em her tim pistevanê pêkhateyan e

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 27ê Gulanê beşdarî Konferansa Qanûna Barê Kesî ya Xiristiyanên Iraqê bû û tê de gotarek pêşkeş kir.

Nêçîrvan Barzanî got: “Ez dilxweş im ku we hemiyan li Hewlêrê dibînim û em hemî bi hev re ne ji bo ku danûstandinan li ser mafê pêkhateyeke resen a dînî ya gelê xwe bikin ku Xiristiyan in”.

Barzanî, destxweşî li Metran Beşar Werde û Serokatiya Zanîngeha Kasolîkî ya Hewlêrê û serperiştan kir ji bo pêkanîna konferansê kir û bi germî bixêrhatina mêvanên Xiristiyan yên ji Libnan, Sûriye û Urdin hatine kir.

Nêçîrvan Barzanî, hêvî xwest ku bi ezmûna xwe beşdariyeke bi mifa û çend rojên xweş li Kurdistanê derbas bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, “Em herdem piştevaniya daxwaz û mafên Xiristiyanan û hemî pêkhatên Iraqê dikin ji ber ku ew piştevaniya me girêdayî dîroka dirêj a bawerî û kultûrê pêkvejiyana aştiyane û wekhev a li Kurdistanê ye”.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist, “Ew piştevaniya me girêdayî destûrê Iraqê ye ku xelkê Iraqê deng li ser daye û pejirandiye. Madeya 140ê ya destûrê Iraqê dibêje ku Iraqî azad in ku li dû dîn û mezheb û bawerî û hilbijartina xwe pabendî barê kesî yê xwe bibin. Lê heta niha kar bi wê madeya destûrî nehatiye kirin”.

Barzanî diyar kir, “Ev konferans pêngaveke kiryarkî ya gelek girîng e ji ber ku rê ji bo danûstandinan û çareseriyeke guncayî ji bo daxwaz û mafên Xiristiyanan vedike, em jî piştgiriya daxwazên destûrî yên wan û yên hemî pêkhatên din ên Iraqê dikin”.