Namzedê PDKê yê Kerkûkê: Yên dixwazin rûbirûyî me bibin, li Kerkûkê cihê me diyar e
PeyamaKurd – Do şev li bajarê Kerkûkê ji ber daliqandina wêneyê namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdullah, dikanek hat şewitandin. Şaxewan Ebdullah li ser bûyerê axivî û got; kiryarên bi vî rengî bandorê li ser wan nake û soza nûkirina dikanê dide xwediyê dikanê.
Namzedê PDKê yê Kerkûkê Şaxewan Ebdullah da zanîn; kesên ku karên bi vî rengî dikin, ji deng û rengê PDKê ditirsin. Herwiha tekez kir ku ewên dixwazin rûbirûyî wan bibin, li Kerkûkê cihê wan diyar e.
Şaxewan Ebdullah destnîşan kir; wan beriya niha kesên ku wêneyên namzedên PDKê qetandibûn û şewitandibûn efû kirine, lê belê şewitandina dikana welatiyan nayê efûkirin.
Ebdullah eşkere kir; hebûna Ala Kurdistanê li ser posteran, hinek aliyan nîgeran kiriye û got: “Divê neyar fêm bikin ku PDK ango Ala Kurdistanê.” Herwiha diyar kir, piştî vegera PDKê, qonaxeke din dê li bajarê Kerkûkê dest pê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin