Nasrallah: Li ser sînorê deryayî, hîn jî nelihevî heye
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Nasrallah, di derbarê peymana sînorê deryayî ya ku di navbera Lubnan û Îsraîlê de hat destnîşankirin de axivî. Nasrallah diyar kir ku welatê wî, tu mîsogeriya ewlehiyê nedaye Îsraîlê û hîn jî nelihevî heye.
Hasan Nasrallah, bi rêya qenaleke televîzyonê li ser mijara peymana navbera Lubnan û Îsraîlê axivî û ragihand ku şerê navbera Rusya û Ukraynayê jî di nav de şertên herêmî û navneteweyî ji bo vê yekê bûne alîkar û diyar ku ev rewş bûye sedem ku Washington li herêmê ji şerekî din dûr bikeve.
Nasrallah, di dewama axaftina xwe de got ku
“Lubnanê, bi rêya vê peymanê tu mîsogeriya ewlehiyê nedaye Îsraîlê û beriya ku Îsraîl paşve gav bihavêje, hew mabû ku hevdîtinên navbera aliyan bi şer encam bide.”
Hasan Nasrallah diyar kir ku Îsraîlê hevsenga navbera berxwedana Hîzbullahê û jêgerînê qebûl kiriye û ragihand ku tevî peyman hatiye destîşankirin jî hîn di navbera aliyan de li ser 2,5 kîlometiran lihevkirin çênebûne.
Di navbera Îsraîl û Lubnanê de li ser 860 kîlometir qada deryayî nelihevkirin hebû û piştî hevdîtinên ku bi navbeynkariya Amerîkayê dihatin kirin û 2 salan dewam kirin de di 27ê Cotmeha 2022yan de di navbera aliyan de peyman hat destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin