Nêçîrvan Barzanî: Armanca me, avakirina hêzeke nistimanî ye
PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di merasîma derçûna herdu hêzên ser bi Wezareta Pêşmerge de axivî.
Serokê Herêma Kurdistanê, di axaftina merasîmê de bal kişand ser girîngiya hêzeke niştimanî û got,
“Ji bo bihêzkirina sazîbûna Herêma Kurdistanê, divê em hêza Pêşmerge bikin hêzeke niştimanî ya yekgirtî ku demokrasiyê xurt bike. Armanca Serokatiya Herêma Kurdistanê, avakirina hêzeke niştimanî ye.”
Nêçîrvan Barzanî, axaftina xwe de qala projeya yekxistina hêzên Pêşmerge jî kir û got, “Proseya veguhestina hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge, ji bo Wezareta Pêşmerge berdewam e. Di vê çarçoveyê de divê hemû amûr û pêwîstiyên Hêzên Pêşmerge bên dabînkirin. Divê hemû amadekariyên pêwîst ji bo hemû Pêşmerge di nav wezaretê de bên kirin."
Serokê Herêma Kurdistanê, li ser girîngiya tevlîbûna pêkhateyên din ên Herêma Kurdistanê ya nav refên Pêşmerge jî got ku
“Par, tenê efserekî mesîhî di merasîma derçûna Koleja Leşkerî ya Zaho de hebû ku tevlî hêzên Pêşmerge bûbû. Îro di nav van hêzan de Mesîhî, Ereb û Pêşmergeyên Êzîdî hene, her çiqas têr neke jî rewşeke xweş e."
Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku hemû pêkhate zêdetir beşdarî hêzên Pêşmerge bibin û di vî warî de hewilan bidin.
Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku avakirina yek û liqê duyem di nav Wezareta Pêşmerge de beşek ji proseya yekxistina Pêşmerge ye û got:
“Armancên Serokatiya Herêma Kurdistanê avakirina hêzeke niştimanî ye û ew yek ji girîngtirîn stûnên pirojeya çaksaziyê ya kabîneya hikûmeta 9em a Herêma Kurdistanê ye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hewilên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên siyasî berdewam e. Tevî van nakokiyên siyasî jî cihê kêfxweşiyê ye ku proseya yekrêzî û rêxistinkirina Pêşmerge nesekinî û gavên baş hatin havêtin, lê bêguman em li bendê ne ku gavên zêdetir bên havêtin. Divê em xebatên xwe gurtir bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin