Nêçîrvan Barzanî bi Sêx Cemal El Zarî re rewsa siyasî ya Iraqê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 29ê Adarê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Iraqê Şêx Cemal El Zarî kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de geşedanên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û hewl û encamên birêveçûna rûniştina Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomar û destnîşankirina serokwezîrê nû yê hikûmeta federal a Iraqê hatin gotûbêj kirin.
Herwiha hat diyarkirin ku herdu aliyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya gihîştina hêz û pêkhateyên Iraqê ji bo liberçavkirina berjewendiyên bilind ên niştimanî û hevtêgihîştina ji bo çareseriyê û derbaskirina qonaxê û astengiyên niha û siberojê yên li ber proseya siyasî ya li welat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin