Nêçîrvan Barzanî bo wefata Seîd Yûsif: Ew ê di bîra me de zindî bimîne

26 February 2020 21:10 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bo wefata Seîd Yûsif: Ew ê di bîra me de zindî bimîne

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya hunermendê naskirî yê Kurd Seîd Yûsif ku îro 26ê Sibatê li Stenbolê çû ser dilovaniyê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ku li ser hesabê twitterê bi kurmancîya latînî parve kiriye de dibêje, “Em bi koça dawiyê ya hunermendê navdarê Kurd Seîd Yûsif pir bi ber ketin. Wî hemû jiyana xwe da hunerê û xizmeteke mezin a muzîk û strana Kurdî kir, li pey xwe sermayek mezin û dewlemend a hunerî hişt.”

Barzanî got, “Ew ê her tim bi deng û awaz û hunera xwe ya bilnd di bîra me de zindî bimîne.”

Hunermendê Kurd Seîd Yûsif koça dawî kir

Malbata Seîd Yûsif ji bo şandina cenaze bo Qamişlo alîkariyê dixwaze