Nêçîrvan Barzanî: Daxwaz dikim hemû aliyên Kurdistanî yekrêz bin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vekişîna Tevgera Sedir ji proseya siyasî û avakirina hikûmeta Iraqê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser mijarê got: “Em ji van geşedanên siyasî yên herî dawî yên li Iraqê bi fikar in. Em hêvîdar in ti alozî û tevlîhevî dernekeve holê.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir: “Em hêvî dikin, parlamento nûnertiya hemû Iraqê bike. Ez daxwaz dikim ku hemû aliyên Kurdistanî yekrêz û teba û yekbûyî bin.”
Hêjayî gotinê ye, piştî banga Rêberê Tevgera Sedir, 73 parlamentarên Tevgera Sedir li Parlamentoya Iraqê vekişiyan û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî jî daxwaza wan qebûl kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin