Nêçîrvan Barzanî di derbarê salvegera damezrandina Gorranê peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê 11emîn salvegera damezrandina Tevgera Gorranê peyamek pîrozbahiyê pêşkêşî tevgera Gorranê kir. Di peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahî li endam û alîgirên Tevgera Goranê kir û “hêviya berdewamî û pêşketinê” ji bo tevgera Gorranê xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di 11emîn salvegera damezrandina Tevgera Goranê de peyamek pêşkêşî Omerê Seyîd Elî Rêkxerê Giştî Endamên Xaneya Raperandin û Civata Niştimanî ya Gorranê kir.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, “Tevgera Gorranê ji damezrandina Newşîrwan Mistefa ve, silavan ji bo giyanê wî jî dişînîn û bi bîr tînîn, roleke diyar di qada siyasî da girtiye, niha jî aliyeke bi bandor û sereke ya pêkhateya hikûmet û proseya siyasiya Kurdistanê ye, helwestên wê jî berpirsiyar û xemxorane ne.”
Serokê Herêma Kurdistanê di wê peyamê de hêviya xwe derbiriye û gotiye “Ev bîranîn geşiyeke zêdetir bide têkoşîna siyasî” ya Tevgera Gorranê ya “bi navê armancên rewayên gelê me da, ev helkeft bibin derfeta kûrkirina giyanê hevkarî û bihêztirkirina hevxebatî û destgirtina hemû aliyên têkoşerên Kurdistanê bi neguher û armancên niştimanî û berjewendiyên bilind ên gelê me.”
Di beşeke din a peyama xwe ya pîrozbahiyê de Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike, “Ji bo rewşa nebaş, kêşe û qeyranan li ser Kurdistanê girtine, yekrêzî, tebayî û pêkveyiyê ji hemû aliyan dixwazin, heta vê qonaxa dijwar derbas bikin, gelê xwe ji qeyran û kêşeyan derbas bikin, parêzgeriyê li qewareya destûra Herêma Kurdistanê bikin û hengavên zêdetir ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê bavêjîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin