Nêçîrvan Barzanî: Dr. Roj navê xwe heta hetayê di dîroka Kurdistanê de nesxand
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser wefata siyasetvanê Kurd û endamê Polîtboruya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys, peyamek belav kir. Nêçîrvan barzanî ragihand ku ji dest dana wî ziyaneke mezine bo hemû gelê Kurdsitanê ji ber wê sersaxiya wî, sersaxiya hemû gelê Kurdistanê ye û got, “Wî navê xwe ji bo heta hetayê di dîroka Kurdistanê de nexşand.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bo koça dawiyê ya Dr.Roj Nûrî Şaweys belav kir.
Di peyama xwe de Nêçîrvan Barznaî got: “Nûçeya koça dawiyê ya pêşmergeyê fermande û siyasetvanê navdar ê Kurdistanê û endamê polîtborûya PDK Dr. Roj Nûrî Şaweys, gelek dilgiran kirine. Jiber koça dawî ya Dr.roj, sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê dike û hevxemê hemûyan e.”
Nîçîrvan Barzanî ragihand, Dr. Roj weke pêşmerge fermandehiya çend dastan û serkeftinên mezin yên pêşmergeyan kiriye û pêşmergeyekî leheng ê wesa bû ku hemû hevsengerên wî şahidiyê bo lehengî û pêşveçûnên wî didin.
Di berdewamiya peyam xwe de Barzanî derbarê Şaweys de dibêje: “Weke siyasetvan Kesekî bêhn fireh û danûstankarekî serkeftî bû. Hertim bê destjiberdana li mafên gelê Kurdistanê, rêya li hevkirinê didît. Ji ber lêzanî û serkeftîbûnê di kar de, cihê rêzgirtina alçgir û serkirdayetiya PDK û hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bû.
Barzanî behsa rola wî kir û got: “Weke Serokê Hikûmetê û Serokê Parlementoyê li Kurditanê roleke berçav di cîbicîkirina projeyan û derxistina yasayên baş bo Herêma Kurdistanê de hebû. Li ser astê Iraqê weke cîgirê serokwezîr roleke berçav di parastina mafên gelê Kurdistanê de hebû. Di hemû qonax û pêgehan de bi pratîk nîştimanperwerekî rasteqîne bû. Dema ku Dr. Roj bûye serokê kabîneya sêyem min şanaziya wê yekê hebû ku weke cêgirê wî di hikûmetê de kar bikim û ji ezmûn şarezabûna wî fêr bibim.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha anî ziman: “Her wek çawa wî û nifşa zêrîn a serkirdayetiya PDK piştî koça dawiyê ya babe min, Îdrîs Barzanî gelek tişt fêrî min kirin û piştevanên min bûn. Dr. Roj wek yek ji wan nifşên zêrîn ên PDK ku cihê rêzgirtina taybet in, di rojên zehmet û tengasiyê de her zû ala xebatê bilind kirin. Bi dilgermiyeke mezin berdewamî dane xebata rizgarîxwazî ya nîştimanî ya Kurdistanê. Dr. Roj ku ji aliyê dê û bavê xwe kurê malbateke navdar û rewşenbîr û şorşgêr a Silêmaniyê bû. Kesekî xwedan şiyan bû, hemû şiyan û ciwaniya xwe di rêya gelê xwe de danî.”
Barzanî got: “Ji dest dana wî ziyaneke mezine bo hemû gelê Kurdsitanê ji ber wê sersaxiya wî, sersaxiya hemû gelê Kurdistanê ye. Navê xwe bo heta hetayê di dîroka Kurdistanê de nexşand. Xwediyê mezin riha wî şa bike û aramiyê bide malbat û kesûkar û hevalên wî û hemû gelê Kurdsitasnê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin