Nêçîrvan Barzanî: Heta jin azad nebe, civak azad nabe
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Nêçîrvan Barzanî, bi rastlêhatina 25ê Mijdarê, bi rêya daxuyaniyekê bal kişand ser azadiya jinan û ev peyam dan:
“Wekî her carê, ji bo bidestxistina parastina mafên jinan a zêdetir, em ê avakirina civakeke ku jin di nav de azad be û xwedî mafên wekheviyê be, tundî û gefên kuştinê lê neyên kirin, hewilên xwe berdewam bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê bi berdewamî diyar kir ku heta jin azad nebin, dê civakeke wekhev, aştîxwaz û pêşketî çênebe û got,
“Ji bo parastina jinan a ji destdirêjî û tundiyê, em ê li ser asta herêmî û navneteweyî bi aliyên peywendîdar re hevkariyê bikin. Em qurbaniyên tundiyê û hemû jinên ji bo wekhevî û aştiyê têdikoşin silav dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin