Nêçîrvan Barzanî: Jin azad nebe, civak azad nabe

08 March 2023 15:00 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Jin azad nebe, civak azad nabe

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber rastlêhatina 8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, peyamek parve kir û bi rêya peyamê bal kişand ser rola jinan û diyar kir ku heta di nav civakekê de jin ne azad be, ew civak ne azad e.

Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe ya pîrzobahiyê de roja jinan li hemû jinên cîhanê, Kurdistan û Iraqê pîroz kir û wiha got:

“Ez 8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi germahî li hemû jinên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim û hêviya serkeftinên zêdetir, kolnedan û berdewamiyê ji wan re dixwazim.

Bi salan e jinan xwe bi rêxistin kirine û ji bo dabînkirina mafên xwe yên rewa, binbirkirina çewisandinê, tundûtûjiyê û rûbirûbûna newekheviyê, di hemû waran da xebat kirine.

Çawa ku me berê jî di warê reformên yasayî, siyaseta civakî, serxwebûna aborî û perwerdehiyê de piştgirî da jinan, em dê berdewam bin û her tim em dê piştevaniyê li xebata wan a ji bo mîsogerkirina hemû mafên wan bikin.

Bêyî azadiya jinê, tu civakek azad nabe û bi pêş nakeve. Em ê bixebitin da ku li Herêma Kurdistanê derfetên zêdetir bi beşdariya jinan di jiyana siyasî, rêveberî û hemû warên din de bê dayîn û tundûtijiya li dijî jinan û binpêkirina mafên wan ku cihê nîgeraniyê ye, bi dawî bibe.

Di vî warî de pêwîstiya Herêma Kurdistanê, bi siyaset û stratejiyên nû û bi beşdariya hemûyan heye. Perwerde, hînkirin, pêşvebirina lêkolînên akademîk û xebatên zanistî, hişyarî û diyaloga piralî, rêyên herî baş in ji bo gihîştina vê armancê.

Ji bo wan jinên ku ji xwe bawer bûne, di qadên jiyanê yên cuda de bi pêş ketine û xwe îspat kirine, di pêkanîna erkên xwe de serkeftî bûne û bûne pêşeng, ez pîrozbahî û destxweşiyê li wan dikim.

Jinên Kurdistanê digel jinên cîhanê divê zêdetir berhevî û beşdarî di pirsên jinan û pirsgirêkên din ên jiyanê de hebe.

Bi vê minasebetê, em kar û xebata jinên Kurdistanê di birêxistinên hikûmî û nehikûmî de di femangeh û saziyan de bilind dinirxînin. Em bi rêz û hurmet li erk û keda wan hemû jinên ku di her warekê sektora giştî û ya taybet da dixebitin û bi awayekî çalak di rêvebirin û avakirina civak û welat da beşdariyê dikin, dinihêrin.

Silav li giyanên hemû wan xaniman yên ku ji bo wekhevî û bidestxistina mafên xwe yên jinane canên xwe bexişandine û hemû yên ku bûne qurbaniyên tundûtûjiyê. Bila ruhên wan şad bin yada wan her dem bi xêr be.

8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz be.”