Nêçîrvan Barzanî ji Kanadayê daxwaza hevkariya aborî û leskerî kir
PeyamaKurd – Balyozê nû yê Kanadayê li Iraqê Ulric Shannon îro Sêşemê di serdana Herêma Kurdistanê de bi Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrur Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Piştî hevdîtinê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de, Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Kanada dubere kir ku di şerê dijî DAIŞê de û di çarçoveya Hevpeymaniya Nawdewletî de hevkariya serbazî û mirovî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaziya Herêma Kurdistanê ya ji bo berdewamiya zêdetir peywendiyên ligel Kanada û pêkanîna derfetên baştir ji bo veberhênan û sermayeguzariya Brîtanyayê anî ziman.
Di hevdîtinê de Balyozê nû yê Kanada dubare kir ku welatê wan bi girîngî li peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê dinêre û di piştgîrî û hevkariyên xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê de jî berdewam dibe.
Ulric Shannon herwiha got ku ew kompaniyên Kanadî han didin ku werberhênan û sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê bikin.
Di civînê de herwiha metirsiyên serhildana terorê û girîngiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya navdewletî ya ji bo rûbirûbûna wan jî hatin nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin