Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî rewsa Iraqê û hevkariya hevbes gotûbêj kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya Bexdayê de, bi Serokê Parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.
Piştî civînê hat ragihand, di civînê de proseya siyasî û karê Encumena Nûneran û Yasadan, babeta Dadgeha Federalî û mekanîzma berbijêrkirina endaman, proseya hilbijartina paşeroja Iraqê, metirsiyên terorê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rewşa giştî ya welat bi taybetî navçeyên ziyanberketiyên şerê dijî DAIŞê û pêwîstiyên wan, pejika vîrusa Korona, rewşa pêkhatan û çend pirseke din hatin guftûgo kirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin, her du alî tekezî li ser girîngiya karê hevbeş û hevkariya di navbera aliyan û pêkhatên welat ya ji bo rûbirûbûna gefên vê qonaxa welat û derbaskirina qeyranan kirin.
Di beşeke din a civînê de ku Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa koçberên şerê DAIŞê li wargehên Herêma Kurdistanê û hewlên vegerandina wan, pêwîstiya zêdetir girîngîdana bi rewşa asayîş û aramî û avadankirina navçeyên ziyanberketiyên şer û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi xelkê koçberên wan navçeyan, li gel çend pirseke din xistin ber behs û guftûgoyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin