Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî li ser çaredîtina krîza Iraqê axivîn

22 December 2019 18:33 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî li ser çaredîtina krîza Iraqê axivîn

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Hewlêrê, pêşwazî li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlemana Iraqê) Mihemed Helbûsî kir.

Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistan ragihand ku di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Husên amade bûne û her du aliyan pêşhatên dawî, rewşa Iraqê û navçeyê û pirsa damezirandina kabîneya dahatî ya Hikûmeta Iraqê û projeyasayên ku niha li Parlemana Iraqê ne, guftûgo kirine.

Her du aliyan hevnerînbûna xwe ya li ser karê hevbeş û dîtina rêçareyeke erênî ji pirsgirêkan re anîne ziman û bi awayekî ku bersiva daxwazên rewa bide û xizmeta tevahiya welat, gel û pêkhateyên Iraqê bike.

Di civînê de li ser piştevanîkirina li proseya siyasî ya destnîşankirina serokwezîrê nû yê Iraqê ku bi awayekî bi daxwaza gelê Iraqê be hevnêrîn bûne.

Mihemed Helbûsî di demeke ku li ser diyarkirina namzedê serokwezîrtiyê yê piştî Adil Ebdulmehdî li Iraqê nîqaş berdewam dikin, serdana Kurdistanê dike.