Nêçîrvan Barzanî û sanda Amerîkî rewsa Kurdistan û Iraqê gotûbêj kirin

24 September 2019 18:50 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û sanda Amerîkî rewsa Kurdistan û Iraqê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Berpirsê Nivîsîngeha Hemahengiya Asayîşa Amerîkî li Iraqê General Gregory Kreuder re civiya. Di hevdîtinê de tekezî li ser hevkarî û hemahengiya navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kirin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurd îro Sêşemê 24ê Îlona 2019an li Hewlêrê pêşwazî li Berpirsê Nivîsîngeha Hemahengiya Asayîşa Amerîkî li Iraqê Gregory Kreuder û şanda ligel wî kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Gregory Kreuder rewşa asayîşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û bi taybetî bal kişandin ser rewşa parêzgeha Kerkûk û dorûbera wê û navçeya Şingal û Deşta Nînowa, herwiha tekezî li ser parastina asayîş û aramiya tevahiya Iraqê kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkarî û piştgîriya Amerîka li Herêma Kurdistanê, têkşikandina DAIŞê bi bîr xist û pêwîstiya berdewamiya beşdariya Amerîkayê li proseya yekxistina Pêşmerge û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge anî ziman û spasiya hevkarî û alîkariyên Amerîkayê kir ku heta niha pêşkêş kirine.

Gregory Kreuder jî pesnê rola Pêşmerge di şerê dijî terorê de da û berdewamiya piştgîriya Amerîka ji bo Pêşmerge û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser rola Serokayetiya Herêma Kurdistanê û piştgîriya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo yekxistina Pêşmerge û proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge kir.

Herwiha di civînê de Konsûlê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê û şandeke serbazî jî amadehî kirin.