Netanyahû dûbare kir: Qeter Hemasê fînanse dike

28 January 2024 23:50 0 dîtin
Netanyahû dûbare kir: Qeter Hemasê fînanse dike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû diyar kir ku ew ê ti gotinên xwe yên di derbarê navbeynkariya Qeterê de paşve venekêşe û got: “Ez yek gotineke xwe ya berê jî danaqurtînim. Ez ê dev ji bijardeya ku Qeter an jî yek welatekî din ku dikaribe, ji bo dîlên destê wê zextê li ser Hemasê bike bernedim."

Netanyahû Qeterê bi tûndî rexne kir û dom kir: “Qatar mazûvaniya serokên Hemasê dike û rêxistinê fînanse dike. Bandora wê li ser Hemasê heye. Qetar xwe weke navbeynkar daniye pêş, ji ber vê yekê divê ew vê yekê mîsoger bike ku derman digihêjîne dîlên dîlên di destê Hemasê de û serbetiya wan misoger bike."

Li gorî medyaya Îsraîlê, Netanyahu di tomareke belavbûyî ya hevdîtina vê dawiyê ya ligel malbatên dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de gotiye: "Wek navbeynkar, rola Qeterê di navbera Îsraîl û Hemasê de pirsgirêk e."

Netanyahû her wiha ji ber zextan li ser Qetera ku mazûvaniya serokên Hemasê dike nake, dilgiraniya xwe ji Washingtonê re destnîşan kiriye.