Neteweyên Yekbûyî biryara danîna pêwendiya fermî ligel Talîbanê da
PeyamaKurd - Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî îro 17ê Adara 2022yan biryara danîna pêwendiya fermî ligel rêveberiya Afganistan Talîbanê da.
Di biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî de navê Tevgera Talîbanê nehatiye nivîsandin lê tê wateya danûna pêwendiyên fermî ligel hikûmeta demkî ya Tevgera Talîbanê.
Li gorî vê biryarê, heta dema saleke din, nûnerê siyasî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Afganistanê wê karên xwe bidomîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji nav 14 endamên deng ji bo biryarê dane de, tenê Rûsyayê deng nedaye vê biryarê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin