Neteweyên Yekbûyî, pistî biryara Talîbanê civîna awarte li dar xist

13 May 2022 15:38 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî, pistî biryara Talîbanê civîna awarte li dar xist

PeyamaKurd-Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, li ser biryara hikûmeta derbasdar a Talîbanê ya ku jinan bi zor bike bin pêçekê, civîneke awarte li dar xist. Piştî civînê hat ragihandin ku ev civîn, bi taybetî ji bo pêkutiya li ser jinan a li Efxanîstanê çêbûye.

Balyoza Mezin a Îngiltereyê Barbara Woodward, piştî civîna awarte ya li ser biryara hikûmeta derbasdar a Talîbanê, pirsên rojnamevanan bersivand. Woodward da zanîn ku ew li ser rol û mîsyona Balyozên Mezin ên Neteweyên Yekbûyî yên li Efxanîstanê civiyane û di civînê de bi taybetî rewşa jinan hatiye nirxandin.

Beriya civînê jî Alîkara Balyozê Mezin ê Neteweyên Yekbûyî yê Norweçê, Trine Heimerback daxuyaniyek da rojnamevanan û got, “Polîtîkayên Talîbanê yên li ser aboriyê û yên li ser mirovahiyê di rewşeke karesat de ne. Cihê ku li ser van mijaran rawestin, hişê wan çûye ser pêkutî û dîlgirtina jinan. Ev yek jî dê rê li ber tundiyê û radîkalbûnê veke.”

Hikûmeta derbasdar a Talîbanê, di 7ê Gulanê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku dê di çarçoveya şertên nû de jinên gihîştî bikevin bin pêçekê û ev biryar li ser keçên nûgihîştî û jinan hatibû ferzkirin.