Neteweyên Yekbûyî: Divê em kar bikin ji bo ku ev rewsa nelibar a Êzîdiyan bi dawî bê
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî di derbarê 8emîn salvegera komkujiya Şengalê de peyamek belav kir û da zanîn ku hîn bi hezaran Kurdên Êzîdî venegeriyane nav malbatên xwe û çarenivîsa wan ne diyar e û got: “Divê em kar bikin ji bo ku ev rewşa nelibar a Êzîdiyan bi dawî bê û hewl bê dayin da ku sibereojeke baştir ji bo xelkê Şengalê bê dabînkirin”
Neteweyên Yekbûyî îro 3ê Tebaxa 2022yan ji bo 8emîn salvegera komkujiya Kurdên Êzîdî belav kir û got, ew ê di rêkarên lêkolînê di tawanên DAIŞê li dijî Êzîdiyan berdewam bin.
Neteweyên Yekbûyî eşkere kir, hîn bi hezaran Êzîdî venegeriyane nav malbatên xwe û çarenivîsa wan ne diyar e û dibêje: “Divê em kar bikin ji bo ku ev rewşa nelibar a Êzîdiyan bi dawî bê û hewl bê dayin da ku sibereojeke baştir ji bo xelkê Şengalê bê dabînkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin