Neteweyên Yekbûyî û Talîbanê li ser sînorkirin û alîkariyên mirovî gotûbêj kirin!

24 January 2023 11:00 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî û Talîbanê li ser sînorkirin û alîkariyên mirovî gotûbêj kirin!

PeyamaKurd – Heyeta Neteweyên Yekbûyî ya bi serokatiya Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Karûbarên Însanî Martîn Grîffîths, li paytext Kabîlê bi Talîbanê re civiya. Şanda Neteweyên Yekbûyî bi rayedarên Talîbanê re li ser qedexeyên li ser jinên Afganî û astengiyên li pêşiya alîkariyên mirovî axivîn.

Şanda Neteweyên Yekbûyî ya bi serokatiya Griffiths bi Cîgirê Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Talîbanê Emîrhan Muttekî û Cîgirê Serokwezîr Abdul Selam Hanefî re hevdîtinek pêk anî.

Yek ji berdevkên Talîbanê Bîlal Kerîmî têkildarî hevdîtinên li gel şanda Neteweyên Yekbûyî û Hafiz Ziya Ehmed Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya hikûmeta demkî ya Talîbanê li ser hesabên xwe yên Twitterê naveroka serdanê parve kirin.

Griffiths nîgeraniyên xwe derbarê rawestandina xwendina zanîngehên keçan û karê jinan di rêxistinên nehikûmî yên xwecihî û biyanî (NGO) de li Afganîstanê di meha borî de anî ziman, Griffiths destnîşan kir, divê jin roleke aktîf bigrin da ku bi awayekî bi bandor alîkariyên mirovî ji gelê Afganî re bigihînin.

Alîkarê Serokwezîrê Rêveberiya Talîbanê Abdul Selam Hanefî diyar kir, divê alîkariyên mirovî yên ji bo Afganîstanê di bin her şert û mercî de bidome û got, "Em hêvîdar in ku ev pirsgirêk bi mutabaqatê çareser bibe."