Nevîyê dawî yê Seyîd Riza yê sahidê Terteleyê hate oxirkirin

22 December 2023 17:59 0 dîtin
Nevîyê dawî yê Seyîd Riza yê sahidê Terteleyê hate oxirkirin

Peyama Kurd - Neviyê Seyîd Riza yê dawî Abbas Polalt jiyana xwe ji dest da.

Nevîyê Seyîd Riza Abbas Polat ku şahidîya Terteleya (komkuji) Dêrsimê kiribû, îro li Dêrsimê hate binaxkirin.

Abbas Polat, di sala 1930'î de ji dayik bûbû û şahidîya komkujiya dijwar a Dêrsimê kiribû. Polat, piştî demekê ku bi nexweşîya pişikê ketibû, jiyana xwe ji dest dabû.

Abbas Polat, ji sê neviyên Seyîd Riza yê herî biçûk bû, di du saliya xwe de dê û bavê xwe winda kiribû û di 8 saliya xwe de sirgûnî Îzmîrê bûbû. Piştî 9 salan li sirgûnê, di sala 1947'an de tevî malbata xwe dîsa vegerîyabû Dêrsimê.

Abbas Polat, ji aliyê xizm û hezkiriyên wî ve li gundê Axdatê yê navçeya Pilûr a Dêrsimê, bi merasîmekê hate oxirkirin.

Piştî merasîma ku parlamentera Partîya DEM'ê ya Dêrsimê Ayten Kordu, parlamenterê berê yê HDPê Alîcan Onlu û gelek welatî amade bûn, Abbas Polat bi girî û lorînên gel ber bi rêwîtiya dawî ve hat şandin.

Piştî binaxkirinê, neviyê Seyîd Riza, Seydali Polat diyar kir ku dema wan meytê Abbas Polat ji Elezîzê anîye Dêrsimê, li ser rê, demeke dirêj li benda kontrolên hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê hatine rawestandin û got:

“Tiştekî min tune ku ez bêjim. Tu sedem tune ye, ji ber ku ez ji hikûmetê ne razî me, îro jî ne razî me. Kalê min hate darvekirin. Ew kuştin û hê jî hestiyên wî nedane me. Me apê min ê ku di vê roja reş de jiyana xwe ji dest da, ji bo binaxkirinê anî, me xwest em wî bibin ser gora kalê wî. Lê belê wan ev yek zêde dîtin em du saetan li bendê man û me mexdûr kirin. Me li ser rê qeza kir, xwedê em parastin.

Ji xizmên Seyît Riza Îbiş Tan jî wiha got: “Abbas her tim wiha digot; Di sala 38’an de me gelek êş kêya. Abbas her cihê gora kalê me (Seyîd Riza) meraq dikir. Me dixwest em cihê gora wî hîn bibin da ku wî tewaf û yad bikin. Lê belê me gora kalê xwe nedît û ev yek ji bo me bû xem. Divê gelê me ji hev re baş bin. Ya ku ji me re pêwîst e aştî û dilovanî ye."