Nûnerê NY: Wê hejmara miriyan 50 hezarî derbas bike
PeyamaKurd - Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths, gihîşt navenda herdu erdhejên mezin ên Bakurê Kurdistanê Mereşê û ragihand, wê hejmara mirinan 50 hezaran derbas bike.
Martin Griffiths ê Dîplomatê Brîtanî di hevpeyvînekê de medya Brîtanyayê got: “Bi nerîna min zehmet e bi hurgilî texmîn bikin, di demekê de ku divê em xwe bighînin bin kavilan, lê piştrast im ku hejmar dibe du qatan zêdetir.”
Nûnerê NY da zanîn ku hîn hejmarek zêde kes di bin kavilan de ne û got: “Bi rastî heta niha me dest bi jimartina wan kesan nekiriye ku canê xwe ji dest dane.”
Ji bo tîmên lêgerînê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got: “Di nêzîk de tîmên lêgerîn û rizgarkirinê rê ji bo saziyên mirovî vedikin, ku karê wan gera bi pey hejmara neasayî ya wan kesan de ye ku zirar gehiştiye wan.”
Rêxistina Tendirûstîyê ya Cîhanî WHOyê jî ragihandiye ku li Tirkiye û Sûriyê zirar gihîştiye nêzîkî 26 milyon kesan û daxwaza 42.8 milyon dolar alîkariya lezgîn bo pêdiviyên tendirûstîyê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin