NY: Li cîhanê belavbûna vîrusa Koronayê ji kontrolê derdikeve
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku li cîhanê belavbûna vîrusa Koronayê ji kontrolê derdikeve û vîrusa Covîd-19 weke ‘gefa pileya yekem li ser asayîşa cîhanê’ bi nav kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Vîrûsa Koronayê qeyraneke wisa ye, ku di jiyana me de weke wê qet çênebûye.”
Herwiha destnîşan kir û got, mirovahî sînorê milyonek miriyên ji ber vîrûsa Koronayê derbas dike û Covid-19 weke "gefa pileya yekem li ser asayîşa cîhanê" bi nav kir.
Li ser dîtina dermanê li dijî vîrûsa Koronayê jî diyar kir: “Divê em weke berjewendiyeke giştî li vaksîn û derziyan binêrin, ji ber ku vîrûsa Koronayê tu sînoran nas nake. Pêdiviya me bi dermanekî heye, ku lêçûnên wê guncaw bin û ji bo her kesî bibe, vaksîneke ji bo xelkê be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin