NY li Tirkiyê û Sûriyê desteka erdhejê dide dewamkirin

11 February 2023 18:39 0 dîtin
NY li Tirkiyê û Sûriyê desteka erdhejê dide dewamkirin

PeyamaKurd – Beşa Bernama Xida ya Dinyayê ya Neteweyên Yekgirtî piştî erdhejê li Tirkiyê û Sûriyê alîkariyê da 115 hezar kesan. NY di ser malpera xwe ya înternetê de wêne belav kir û hem got ku xebatkarên wan li bajarê Helebê kesên ku ji ser warên xwe bûne xwarina germ ji wan re belav dike.

Berdevkê sekreterê giştî yê NY Stephane Dujarric, ragihand ku tîmên xwe yên lezgîn ji bo herêmên ku erdehj li wan çêbûne çi li Tirkiyê û çi li Sûriyê temaman seferber kiriye û dewam dike. Niha li dora 130 tîmên rizgarkirinê ji dewletên dinyayê li herêmên erdhejê dixebitin û 50 tîmên lêgerîn û rizgarkirinê di rê de ne da herin derverên erdhejê.

Dujarric ragihand ku li ser daxwaza Tirkiyê ji bo destekê bidin koordinasyona operasyonan, 50 kesan ji koordinasyona NY şandine Entab û 4 navendên erdhejê. Yek navendekî jî li Sûriyê danîne û tîmên wan li Haleb, Humus û Lazkiyê bicîh kirine. Dujarric weha got:

“Piştî erdhejê ji ber pêdiviya mirovan gelek heye û mezine, ji bo derveyê operasyonên sînor jî ji bo em alîkariyê zêde bikin dixebitin.”

Beşa xidayê ya NY UNFPA ragihand ku ji bo Helebê alavên hîjyenê, battaniye, cilên zivistanê, ji bo jinên bi hemil û jinên ku zarokên xwe dimêjînin, alav bi 13 kamyonan gihane Helebê. Malzeme li Helebê û ligundên wê kesên di xaniyan de hatine bicîhkirin û ji bo zarokên keç di herêmên bi ewle de tên belavkirin.