Operasyonên hevpar ên HSD - Amerîkayê ji nû ve destpê kirin!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîka û HSDê li Rojava û Sûriyeyê operasyonên hevpar ji nû ve dane destpêkirin.
Di civîna çapemeniyê ya rojane de Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Tûggeneral Patrick Ryder axivî û bal kişand ser wê yekê ku ew ê li ser mijara operasyona bejahî ya Tirkiyeyê ya li Rojava ya li dijî HSDê tu daxuyanî nedin.
Patrick Ryder da zanîn, “Li ser navê Amerîkayê ez dikarim bibêjim ku operasyonên me yên hevbeş bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ji nû ve dest pê kirine. Di 9ê Kanûnê de, bi tevahî destpê kir. Ez careke din dibêjim, giraniya me ya li ser karkirina bi hevkarên xwecihî re ew e ku em bi hevkarên xwecihî re bixebitin da ku rê nedin DAIŞ ji nû ve kom bibe.”
Piştî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava, HSDê ragihand, wan operasyonên xwe yên bi Amerîkayê re li dijî DAIŞê rawestandine.
Aliyê Amerîkayê jî ragihand, dewriyeyên hevbeş ên ku li herêmê pêk anîne heta asteke sînordar kêm bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin