Orban serokatiya demkî ya Macaristanê ya YEyê weke misyona astiyê ragihand
PeyamaKurd – Serokwezîrê Macaristanê Victor Orban ragihand ku serokatiya demkî ya Macaristanê ya YEyê weke misyona aştiyê ragihand û bi vê sedemê seredana Ûkraynayê û Rûsyayê kir.
Orban, her weha çû bajarê Sûşa yê Azerbeycanê û di zîrwa Rêxistina Dewletên Tirk ya nefermî de axifî û behsa serokatiya xwe ya demkî kir.
Behsa hilbijartina Parlementoya Ewrûpayê ya di navbera 6-9ê Hezîranê de û pêvajoya demkî ya serokatiya Macaristanê mijarên dinên yên axaftina wî bû. Orban weha dewam kir:
“Em pêvajoya 6 mehan weke misyona aştiyê qebûl dikin. Lewra çawa min seredana Ûkraynayê kir roja dinê ez çûm Moskovayê û wê ev mîsyon dewam bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin