Macaristanê erka Serokatiya Demkî ya YEyê wergirt
PeyamaKurd - Macarîstanê, Serokatiya Demkî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ku 6 ji mehan carekê tê guhertin, ji Belçîkayê wergirt.
Serokatiya Demkî ya YEyê, di 1ê Çileya îsal de radestî Belcîkayê hatibû kirin. Macarîstan ji îro pê ve vê erkê ji Belcîkayê wergirt û wê heta dawiya salê vê erkê pêk bîne.
Hate ragihandin ku pêşekiyên Macarîstanê yên di dema Serokatiya Demkî ya YEyê de ev in: "Siyaseta çandiniyê ya YE ya li ser cotkaran, berfirehkirina hevgirtinê, çareserkirina pirsgirêkên demografîk, pêşîlêgirtina koçberiya neyasayî, bihêzkirina siyaseta parastinê ya Ewropayê, sazkirina siberoja siyaseta hevgirtinê ya di nav welatên endamên yekîtiyê de û pejirandina Peymana Reqabetê ya Ewropa ya Nû."
Macarîstan ku dirûşma serokatiya dema xwe wek "Ewropa dîsa mezin bikin" destnîşan kir, diyar kir ku ev sembola 'Serokatiya çalak û bi bandor', wê welatên endam bi hev re bihêztir bike û wê rê li ber veke ku Ewropa dîsa dikaribe bibe leyztikvanekî cîhanî yê serbixwe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin