Orhan Mîroglû xwedî li sonda bi Kurdî derket
PeyamaKurd - Endamê Lijneya Navendî ya AKPê Orhan Mîroglu bertekê nîşanî hewlên li dijî sonda bi Kurdî ya Parêzer Bermal Yildenîzê da.
Parêzer Bermal Yildenîzê piştî ku staja xwe xelas kir sonda xwe ya yasayî berê bi Kurdî, paşê bi Tirkî xwaribû û dest bi karê xwe kiribû.
Baroya Amedê, paşê vîdeoya dema Bermal Yildenîz bi Kurdî sond dixwe belav kiribû.
Ev vîdeo di demeke kurt de li ser torên civakî bû rojev û nijadperastên Tirk Bermal Yildenîz û Baroya Amedê kirin hedef.
Endamê Lijneya Navendî ya AKPê Orhan Mîroglu bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî wan helwestên li dijî zimanê Kurdî da û got: “Ma ku parêzereke ciwan sonda xwe bi zimanê dayîka xwe xwaribe çi bûye? Gelo li keça me hat? Erê, lê hat. Sond bi Kurdî jî xwar û a bi Tirkî jî.”
“Ma çima fêrî Kurdî dibin?”
Orhan Mîroglu helwesta Baroya 2yem a Enqereyê rexne kir ku Bermal Yildenîz û Baroya Amedê kiribûn hedef û got: “Ji bo bi zimanê ku 70 milyon mirov pê diaxivin (silûsa wan li Tirkiyeyê ne) sondek hatiye xwarin daxuyaniyê didin. TRT Kurdî 24 saetan weşana bi Kurdî dike, ma em dabeş bûn? Kurdî dersa nemecbûrî ye, ma em dabeş bûn? Ê baş e, yên ferî Kurdî dibin çima fêrî vi zimanî dibin? Ji bo ku di tariyê de bi Kurdî bikin pistepist?”
“Dê rojekê zarokên nûbûyî jî serî hildin”
Mîroglu di dawiya daxuyaniya xwe de bi bîr anî ku fîkandina bi Kurdî jî hatibû qedexekirin û got: “Dixwazin bawer bikin, dixwazin nekin, ger ev rikberiya we bidome, wê rojekê zarokên nûbûyî jî serî hildin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin